26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî.. Karwanekî din ji alîkariyan gihîşt Çiyayê Şingalê

Çavkanî: KDP.info

Hewlê-KDP.info- Gihnadina xurakê û pêdiviyan bi rêya balafiran bo ser Çiyayê Şingalê berdewame û Dezgeha Xêrxwzî ya Barzanî 120 ton alîkarî gihand wê navçeyê.

Di dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de bo koçberên Çiyayê Şingalê, îro, 10ê Mijdarê, bi rêya balefiran re yekem karwanê wê saziyê ku, ji 120 ton xurak û pêdiviyên zarokan û tiştên nav malê û kon bo Çiyayê Şingalê şand û bi serkeftî gihîşt destê koçberên ser Çiyayê Şingalê.

Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Mûsa Ehmed ragihand: “Piştî ku hejmarek ji xelkê Şingalê xwe spartin Çiyayê Şinaglê, pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî hebû, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser raspardeya birêz Mesrûr Barzanî, ji roja yekê ve me alîkarî gihandin koçeberên ser Çiyayê şingalê.”

Mûsa Ehmed diyar kir ku “Jiber hatina werzê Zivistanê, koçberên ser Çiyayê Şingalê pêdiviya wan bêhtir bi alîkariya mirovî heye û me jî, li saziyê bo peydakirina pêdiviyên Zivistanê bo wan koçberan, îro bi heman awayî li ser raspêrdeya birêz Mesrûr Barzanî karwaneke dine alîkariyan ji koçeberên ser Çiyayê Şingalê re hat şandin û gihîşt destê koçberan.”

Wek tê zanîn, Dezgea Xêrxwaziya Barzanî, take saziya xêrxwazî bû bi berdewamî di çend mehên borî de bi rêya balafiran re alîkariyên mirovî gihandiye ser Çiyayê Şingalê, di wê heyamê de 140 ton ji xwarin û av û şîrê zarokan û xurak gihandiye koçberên Çiyayê Şingalê, hevdem bi rêya bejî re 11 kamyon ku, pêkhatibû ji 40 ton ji xurak û pêdiviyan û konan gihandiye koçberên ser wî çiyayî.
 

Nûçeyên têkildar