26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge li Zûmarê 8 terorîst girtin

Çavkanî: KDP.info

Zûmar-KDP.info- Li devera nahiyeya Zûmarê, ku ev demeke ji terorîstên DAIŞê hatiye rizgar kirin, îro û şevê din di operasyoneke Hêzên Pêşmerge li komelgeha Zomîzê 8 terorîstên DAIŞê girtin.

Eqîd Şêrzad Nayîf ji ragihandina Fermandeya Dihokê ji KDP.info re ragihand: “Ji şevê din heta îro, Hêzên Pêşmerge li Komelgeha Domîzê ya ser bi Nahiyeya Zûmarê karîn 8 terorîstên DAIŞê hatin girtin ku di nava xaniyekî de xwe veşartibûn.”

Eqîd Şêrzad wiha got: “Rewşa nahiyeya Zûmarê aram e û Hêzên Pêşmerge jî bi moralekî bilind li eniyên şer de ne û ji bo aramiya Zûmarê jî bi tundî bersiva her êrişeke DAIŞê li wî sînorî didin.”
 

Nûçeyên têkildar