Fuad Husên: Em amade ne hêzên zêdetir bişînin Kobanê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand, eger Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bixwazin Herêma Kurdistanê dê hêzên zêdetir bişîne Kobanê. Herwiha tekez kir ku YPGê ji destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya şandina Pêşmerge û çekên giran bo Kobanî razî ye.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ji KDP.info re behsa çûyîna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê kir û got ku YPGê ji destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya şandina Pêşmerge û çekên giran bo Kobanî razî ye.
Fuad Husên diyar kir ku eger bê xwestin ew dikarin hêzên zêdetir bişînin Kobanî û wiha got: “Lê heta niha YPGê daxwaziyeke wisa nekiriye. Eger bixwazin emê hêzên zêdetir ji bo piştevaniya Kobanê bişînin.”
Li ser nakokî û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî Fuad Husên got, deriyê diyalogê li ber Bexdayê vekirî ye, helbet divê her du alî bi diyalogê arîşeyan çareser bikin û wiha axivî: “Em beşek ji hikûmeta federal a Iraqê ne. Beiya ku hikûmeta Iraqê were avakirin hinek soz dabûn me ji ber wê jî divê wan sozên xwe bicîh bînin, dema sozên xwe bicîh anîn emê dîsa dest bi hevdîtinan bikin.”
Li ser çûyîna şanda Kurdistanê bo Bexdayê jî wî rayedarê Başûrê Kurdistanê got, helbet Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike lê divê destpêka Bexda hinek gavên pozîtîf bavêje dû re şanda Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.




