Gerdî: Nêzîk Kobanî ji terorîstan paqij dibe..Xebat: Bi hatina Pêşmerge senga şer hat guhertin

Kobanê-AA-KDP.info- Fermandarên Pêşmerge, YPG û YPJê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin û derheqê şerê ku li Kobanê li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê didome agahî dan ku di wê civînê de Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Eqîd Ehmed Gerdî tekez kir ku Nêzîk Kobanî ji terorîstan paqij dibe. Ji aliyê xwe ve fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dijwar Xebat da zanîn ku bi hatina Pêşmerge senga şer hat guhertin.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Eqîd Ehmed Gerdî: “Em bi birayên xwe yên YPGê û Artêşa Azad a Sûriyê re hewildaneke mezin didin û şer dikin. Di navbera me de ahengeke pir baş heye û her kes rêzê nîşanî hevdu dide. Em dixwazin mizgîniyê bidin gelê kurd û heval û hogiran ku Kobanê wê di demeke kurt de ji destê van terorîstan bê xelaskirin.”
Fermandarên Pêşmerge, YPGê û YPJê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist û der heqê şerê ku li Kobanê bi rêxistina terorê ya DÎŞIyê re didome de agahî dan.
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kobanê Eqîd Ahmet Gerdî got ku ew li ser fermana Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û biryara Parlementoyê ev 8 roj in li Kobanê ne û wiha dewam kir: “Kobanê mala hemû kurdan e û em ji bo parastina wê hatin. Parastina zar û zêçên li Kobanê deynê stûyê me hemûyan e. Em ji bo ku namûs û heyseta gelê xwe biparêzin hatin Kobanê. Em bi vê yekê serbilind in.”
Gerdî got: “Em bi birayên xwe yên YPGê û Artêşa Azad re hewldaneke mezin didin û şer dikin" û wiha domand: “Di navbera me de ahengeke pir baş heye û her kes rêzê nîşanî hevdu dide. Em dixwazin mizgîniyê bidin gelê kurd û heval û hogiran ku Kobanê wê di demeke kurt de ji destê van terorîstan bê xelaskirin.”
Gerdî got ku ew li ser daxwaza YPGê hatin Kobanê û wiha pê de çû: “Ez wisa dibêjim ku pêdiviya wan bi çekên giran hebûn. Serok Mesûd Barzanî jî li ser vê yekê ji bo piştgiriyê ferman da û em wezîfedar kirin. Em li vê derê piştgiriyê didin şervanan û bi çekên giran ve alîkariya birayên xwe yên YPGê dikin.”
Ji aliyê xwqe ve fermandarê YPGê Dijwar Xebat jî diyar kir ku nêzî sal û nîvekê ye ku êrişî Kobanê dikin, lê herdu mehên dawiyê bi çekên giran ve ew hatin dorpêçkirin.
Xebat daxuyand ku wan li dijî vê dorpêçkirinê berxwedaneke mezin da û wiha dewam kir: “Eriş, şer û pevçûn şev û roj didomin. Heftêyek e ku rewş guherî û însiyatîf ket destê me. Piştî ku birayên me yên Pêşmergê gihîştin vir, rewşa şer guherî. Em û pêşmerge mil didin hevdu û li dijî çekdaran şer dikin. Pevçûn hîna didomin. Ji aliyê DAIŞê ve gelek kes mirin û ew ji aliyê manewî ve têk çûn.”
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Hebûn Dêrîkî jî wiha axivî: “Em wek YPJ di şer de di çeperên pêşiyê de cih digrin. Şervanên me yên jin bi YPG û Hêzên Pêşmerge re dikevin yek çeperê. Lêbelê em bêhtir cebirxaneyan amade dikin û tevî xebatên din dibin. Me di şerê Kobanê de helwesta ku jin li paş dimînin têk bir. Me nîşan da ku jin jî dikarin şer bikin û di şer de li rêjên herî pêş şer bikin.”




