Serok Barzanî: Kurdistan amade ye peywendiyên xwe ligel welatê Misir bihêz bike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulusê berê yê Misirê yê li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku Kurdistan amade ye peywendiyên xwe li gel welatê Misir bihêz bike.
Îro Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Konsulusê berê yê Misirê yê li Hewlêrê Siliman Osman kir.
Di hevdîtinê de Konsulusê berê yê Misirê diyar kir ku armanc ji vê hevdîtina han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye ji ber ku dema erkdariya vî weke Konsulusê Misirê li Kurdistanê bi dawî hatiye.
Osman di berdewamiya axaftinên xwe de spasiyên xwe û welatê xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Kurdistanê kir ku di dema erkdariya vî de bo kar û çalakiyên vî hevkariya vî kirine.
Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de hêvî xwest peywendiyên navbera Kurdistan û Misirê bigehêjin asta herî bilind.
Li hember de jî Serok Barzanî amadeyiya Kurdistanê bo bihêztirkirina peywendiyên xwe yên li gel Misirê diyar kir û hêviya serkeftinê jî ji Osman re di karên vî yên nû de xwest.




