26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya: Emê li ser alîkariyên leşkerî û mirovî bo Kurdistanê berdewam bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina ligel Konsulê nû yê Almanya li Hewlêrê Georg Enzweiler de ragihand, alîkariyên Almanya di şerê li dijî DAIŞê de bandora xwe nîşan daye. Ji aliyê xwe ve Enzweiler tekez kir ku Almanya dê li ser piştgirî û alîkariyên leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê berdewam be.

îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Konsulê nû yê Almanya li Herêma Kurdistanê Georg Enzweiler kir.

Di hevdîtinê de Konsulê nû yê Almanya Georg Enzweiler jî diyar kir ku Almanya dê li ser piştgirî û alîkariyên leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê berdewam be.

Enzweiler hêvî xwest ku ku pêwendiyên navbera herdu aliyan li hemû waran de pêşketinên zêdetir bibînin.

Serok Barzanî spasiya Almanyayê kir ji be alîkariyên ku di şerê DAIŞê daye Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê û got, alîkariyên Almanya di şer de bandora xwe nîşan didin.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa penaberan jî kir û got, nehîştina arîşeyên penaberan bi wê tê çareserkirin ku dever û warê wan bên rizgarkirin.

Her di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiya navçeyê û pêwendiyên Herêm û Bexdayê û gefên terorîstan û rewşa jiyana koçberan hat nirxandin û gotûbêj kirin.

Serok Barzanî derbarê wê yekê û çareserkirina aloziya koçberan, dûpat kir ku çareseriya sereke ji wê aloziyê re, azadkirina navçeyên wan in û vegerandina xelkê bo ser mal û milkên wan e.

Nûçeyên têkildar