Li rojhilat û rojavayê Kobanî DAIŞ paş vedikişe

Kobanê-KDP.info- Piştî wan derbeyên tund ji aliyê Hêzên Pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve bi çekên giran û cuda li ser terorîstên DAIŞê, niha ew terorîst ji aliyê rojhilat û rojavayê bajêrê Kobanê paş vedikşin.
Rojnamevan Komas Şehabî ji Rojavayê Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê karîn derbeyên mezin li çekdarên DAIŞê li rojavayê Kobanî bidin, piştre çekdarên DAIŞê nikarîbûn xwe li hember wan derbeyan bigrin û paşde vekişiyan û şûna xwe çend cihek teqandin.”
Wî rojnamevanî wiha domand: “Li rojhilatê bajêr jî piştî ku çekdarên DAIŞê neçar man ji derdora mizgefta Hacî Resûl derkevin, ew mizgefit teqandin.”
Şehbazî wiha got: “Şeva borî jî di operasyoneke hevbeş a Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê de ku bi çekên giran dest pê kirin, derbeyekî mezin li terorîstên DAIŞê dan.”




