26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Herêmê: Bi erebkirina Rojava li ser destê nîjadperestên mîna Muelim dest pê kiriye..Destê wan di girtina Ocalan de hebû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim da û di wê daxuyaniyê de hatiye ku Welîd Muelim ne ew kese ku dersa niştîmanperweriyê bide. Herwiha dibêje yekem siyaseta bi erebkirina Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê û li ser destê nîjadperestên mîna Welîd Muelim dest pê kiriye.

Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
Roja pêncşemê Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di hevpeyvînekê de ligel rojnameya el-Exbar a lubnanî de gotinên nerast û derew derbarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Kobanî (ku bi Eyin el-Ereb bi nav dike) kirine.
Di bersiva wan gotinên ne di cihê xwe de, em bi pêwîst dizanin ku em bêjin xelkê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî xelkê Kobanî baştir dizanin ku kê alîkariya wan kiriye û  Welîd Muelim ne ew kese ku dersa niştîmanperweriyê bide.
Em nizanin ku ji bîra wî çûye yan ji bîra xwe dibe ku yekem siyaseta bi erebkirina Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê û li ser destê nîjadperestên mîna Welîd Muelim dest pê kiriye.
Muelim di hevpeyvîna xwe de navê birêz Abdullah Ocalan aniye ziman. Em nizanin bi çi rûyî behsa Ocalan dike? Ji ber ku Ocalan li ba wan bû, lê dîsa dest jê berdan û ew ji welatê xwe derxistin û tevlî wê pilanê jî kirin.
Eger Muelim rast dibêje û tenê piçekî jî hestê wî li hember kurdan yan aliyekî kurdî hebe, bila bi eşkere û wêrek hebûna gelê kurd li Sûriyê nav bike.

Nûçeyên têkildar