26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê bi berxwedaniya Pêşmerge yek bist axa xwe di destê terorîstan de nahêlin

Çavkanî: KDP.info

London-KDP.inof- Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Berevaniyê yê Berîtanyayê civiyan û di wê hevdîtinê de ragihand ku ew yek bist axa Kurdistanê di destê terorîstan de nahêlin. Herwiha Wezîrê Berevaniyê yê Berîtanyayê da zanîn ku welatê wî bi ti awayî gelê Kurd û Hêzên Pêşmerge bi tenê nahêle.


Di çarçoveya serdana xwe ya bo Ewrûpayê de Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Londonê kir û ligel Wezîrê Berevaniyê yê Berîtanyayê Mickael Fallon civiya.
Di hevdîtinê de ku nûnerê taybetî yê Serokwezîrê Berîtanyayê yê bo karûbarê şerê dijî DAIŞê tê de amade bû, Mickael Fallon ecîbmayiya xwe ya li hember jêhatîbûn û berxwedaniya Hêzên Pêşmerge diyar kir û behsa serdana xwe ya serkeftî a çend rojên bohrî bo Kurdistanê kir.


Fallon diyar kir ku niha Kurdistanê bûye navendeke serekî ya bo şerê dijî terorîstên DAIŞê û jêhatîbûn û berxwedana gelê Kurd û Hêzên Pêşmerge bala tevahiya cîhan û hevpeymaniya navdewletî kişandiye lewma Berîtanya peybend e bi hevahengiya zêdetir ligel Hêzên Pêşmerge û dabînkirina çek û teqemenî bo Hêzê Pêşmerge û perwerdekirina wan.
Fallon wisa axaftinên xwe domand: Berîtanya bi ti awayî gelê Kurd û Hêzên Pêşmerge bi tenê nahêle Berîtanya û Kurdistan heta dawî û heta jinavbirina yekcarî ya terorîstan bihevre dibin.


Di beşeke din a hevdîtinê de Şewirmendê Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî spasiya Wezîrê Berevaniyê yê Berîtanyayê kir û li ser navê xwe û gelê Kurdistanê spasiya hikûmet û gelê Berîtanyayê kir ya ku hevkariya gelê Kurd û Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de kiriye. 
Mesrûr Barzanî got: “Terorîstên DAIŞê bi tenê ne metirsîn bo ser gelê Kurd belku bo ser tevahiya azadîxwazên cîhanê metirsîn û pêwîst e hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorê berfiretir bibe daku di her warî de terorîstan rastî şikestinê bike.”
Şewirmendê Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê tekez li ser vê yekê jî kir ku gelê Kurd û pêşmergeyên qehreman bi canfedayî li şûna tevahiya cîhana azad de şerê terorîstan dike û terorîst bi tenê li Kurdistanê û li ser destê xelkê Kurdistan û Hêzên Pêşmerge rastî şikestê hatiye.


Mesrûr Barzanî bi vî rengî axaftinên xwe berdewam kir : “Pêwîst e civaka navdewletî û hevpeymaniya cîhanî zêdetir hevkariya Hêzên Pêşmerge bikin bi taybetî di warê pêşkêşkirina çekên giran û pêşkeftî de û pêdiviyên Hêzên Pêşmerge dabîn bikin daku bikaribin bilez derbên dijwar li terorîstan bixin û wan rastî şikestê bikin û metirsiya wan li ser civaka mirovatî dûr bixin.”
Mesrûr Barzanî ji ber hevkariyên ku heta niha hatine pêşkêşkirin spasiyên xwe pêşkêşî aliyên têkildar kir û anî ziman ku heta niha çekên giran wekî pêwîst ji Hêzên Pêşmerge re nehatine şandin û daxwaza vê yekê kir da ku bilez ev pirsa han were çareserkirin daku Hêzên Pêşmerge bikaribin derbên zêdetir li terorîstan bidin û hêza wan jinav bibe.


Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: “Gelê Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî û berxwedaniya Hêzên Pêşmerge yên qehreman dê heta dawî parastina axa Kurdistanê bikin û nahêlin yek bist axa Kurdistanê di destê terorîstan de bimîne û di vî warî de jî îradeya gelê Kurd gellek bihêz e û heta negehêje armancên xwe ranaweste.”
Di dawiya hevdîtinê de Fallon hevdem ligel bilindnirxandina qurbanîdan û serkeftinên Hêzên Pêşmerge, eşkere kir ku Berîtanya bo hevkarîkirina Hêzên Pêşmerge ti sînoreke siyasî destnîşan nekiriye û niha li ser vê yekê hizdikin ka gelo ewê çawa dikarin çekên giran pêşkêşî Hêzên Pêşmerge bikin.


Di dawî de herdu alî nêrînên xwe li dor çend mijarên din anîn ziman û tekez li ser domandina civînên bi vê rengî kirin.

Nûçeyên têkildar