Siûd Mela: Nêzîk wê Lêvegera Siyasî li Rojava bê pêkanîn

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDP-S) ragihand ku, li Rojavayê Kurdistanê herdu aliyên Rojava mijûlî diyarkirina endam û mîkanîzma Lêvegera Siyasî ya Rojava ne û dibe di 2 rojên bê de ew pris bi dawî bê.
Siûd Mela Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDP-S) ji KDP.info re ragihand: “Dawiya hefteya borî endamên Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vegeriyan Rojavayê Kurdistanê û niha herdu aliyên Rojava (ENKS û TEVDEMê) mijûlî diyarkirina endamên xwe ne û danîna mîkanîzmekê ne bo avakirina Lêvegera Siyasî, ku her aliyek dê 12 endamên wan di lêvegerê de hebin û 6 endamên din jî dê kesên ne ji herdu aliyan bin.”
Mela wiha domand: “Gotûbêj berdewam in û tê çaverêkirin ku di 2 rojên bê de bighên rêkeftinekê û Lêvegera Siyasî pêk were da ku bendên din jî bên pêkanîn.”
Sekreterê PDP-Sê wiha got: “Heta niha gotûbêj bi başî birêve diçin û di danûstandinan de ti berbest û alozî nîne.”
Siûd Mela da zanîn ku, “Hîna hejmareke endamên me di zindanên PYDê de ne ku hejmara wan 7 kes in û 2 berî çend rojan hatin berdan û di çend rojên bê de ewên din jî wê bên rizgar kirin.”




