26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya li ser hevkariya Kurdistanê berdewam dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier bi riya telefonê pêwendî ligel Serok Barzanî kir û di pêwendiyê de Steinmeier hevdem ligel pêşkêşkirina spasiyên xwe bo Hêzên Pêşmerge eşkere kir ku Almanya hîna amade ye bo şerê dijî terorîstên DAIŞê hevkariya Kurdistanê bike.

Îro danê êwarê wezîrê derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier telefûna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.
Di peywendiya han de Steinmeier û Serok Barzanî behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Kurdistan, Iraq û deverê û herwiha şerê dijî terorîstên DAIŞê kirin.


Steinmeier hevdem ligel pêşkêşkirina spasiyên xwe bo Hêzên Pêşmerge eşkere kir ku Almanya hîna amade ye bo şerê dijî terorîstên DAIŞê hevkariya Kurdistanê bike.
Li hember de jî Serok Barzanî spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir û tekez li ser vê yekê kir ku jinavbirina terorîstan pêdiviya xwe bi hevkarî û hemahengiya navnetewî heye.
 

Nûçeyên têkildar