26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Fuad Mehsûm rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokomarê Iraqê Dr. Fuad Mehsûm civiya û di wê hevdîtinê de herdu alî pirsên siyasî û ewlekarî yên Iraqê bi taybetî pirsa şerê dijî terorîstên DAIŞê li Iraqê gotûbêj kirin.

Îro li Hewlêrê Serokkomarê Iraqê Dr. Fuad Mehsûm li nivîsgeha xwe ya li Hewlêrê pêşwaziya Serokwezîrê Kurdsitanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Di hevdîtinê de herdu alî nêrînên xwe yên derbarê pirsên siyasî û ewlekarî yên Iraqê bi taybetî pirsa şerê dijî terorîstên DAIŞê li Iraqê û herwiha fêde wergirtin ji piştgîriya navnetewî di warê leşkerî û însanî de pêşkêş kirin.

Her di hevdîtina han de Serokomarê Iraqê û Serokwezîrê Kurdistanê tekez li ser girîngiya aştiya nîştimanî ya di navbera part û aliyên siyasî yên Iraqê de li gor destûra bingehîn ya Iraqê kirin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de her du alî behsa peywendiyên navbera Hewlêrê û Bexda û çareserkirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin û tekez li ser cîhbicîhkirina destûra bingehîn ya Iraqê jî kirin.
 

Nûçeyên têkildar