16 kampên nû li Dihokê ji penaberan re amade ne

Dihok-KDP.info- Rêveberê giştî yê kampên Dihokê ragihand ku, biryar e di demeke nêzîk de li sînorê parêzgeha Dihokê amadekirina 16 kampan bi dawî were, ku bi awayekî sitandarda cîhanê hatine avakirin û dê cihê 40 hezar koçber dê di nav wan kampan de hebe.
Rêveberê kampên Dihokê Îdrîs Nebî ji KDP.info re ragihand: “Biryar e di çend rojên bê de li sînorê parêzgeha Dihokê amadekirina 16 kampan bi dawî were û koçber tê de bicîh bibin ku destpêkê dê ew koçberên ku niha di dibistanan de ne li wan kampan bên bicîhkirin, da ku dibistan valabibin û xwendevan biçin dibistanên xwe.”
Îdrîs Nebî wiha got: “Ew 16 kamp bi awayekî sitandarda cîhanî hatine avakirin û hemû pêdivî tê de ne, ji xizmetan, nexweşxane, dibistan û pêdiviyên din.”
Rêveberê kampên Dihokê wiha domand: “Ew kamp pir mezin in û hinek ji wan 50 hezar kesî li xwe digrin û hinek jî ji 30 hezar kesî re hatine avakirin.”
Nebî da zanîn ku, “Hinek ji wan 16 kampan amade bûne û niha hazirin ku koçber tê de rûnên.”




