26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serdana herdu eniyên Mexmûr û Giwêr kir

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Bi mebesta serdana eniyên şer û helsengandina rewşa Hêzên Pêşmerge û ji nêzîk agahdarbûn ji amadekarî û wan riyên leşkerî yên ku Hêzên Pêşmerge li ser diçe di bergîrî û şerê li dijî terorîstan de, îro pêncşemê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Brazanî serdana enigên pêşî yên şerê li dijî terorîstan li herdu eniyên Mexmûr û Giwêr kir.

Di wê serdanê de her yek ji Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir û çened berpirsên leşkerî yên Herêma Kurdistanê ligel Serok Barzanî serdana wan eniyan kirin û di serî de ji aliyê berpirsên eniyên Mexmûr pêşwazî li wan hat kirin.

Piştre Serok Barzanî ji nêzîk ve serdana eniya Giwêr kir û ligel Hêzên Pêşmerge axivî.

Fermande û Pêşmergeyên eniya Giwêr ji bilî bixêrhatina Serok Barzanî û derbirîna dilxweşiya xwe bi wê serdanê. Herwiha behsa amadekariyên xwe bo şerê li dijî terorîstan kirin û behsa serkeftinên xwe jî kirin ku piştî rizgarkirina Giwêr bi dest xistine û gellek gund rizgar kirine.

Serok Barzanî destxweşî li Hêzên Pêşmerge kir li ser wan serkeftinan û sipasiya xweragiriya wan kir û daxwaz jî ji wan kir ku bi moralekî bilind û çavekrî eniyên xwe û axa Kurdistanê biparêzin.

Serok Barzanî serdana eniya Mexmûrê kir û di wê serdanê de bi hûrî behsa amadekariyên Hêzên Pêşmerge û serkeftinên wan hat kirin ku piştî azakirina Mexmûrê hatine bi dest anîn û gellek gund hatine rizgarkirin.

Serok Brazanî dilxweşiya xwe bo pîrozbahiya serkeftinê bo cara duyemîn serdana wê eniyê dike û agahdarî rewşa wan qehremanan dibe. Herwiha Serok Barzanî destxweşî li serkeftinên Hêzên Pêşmerge kir û sipasiya berxwedana wan kir ku canê xwe xistine destê xwe da ku gelê me bi azadî û aramî bijî û ew piştrast kirin ku moralê terorîstan têk çûye û berdewam dişkin û li ti cihekî nikarin xwe li ber êrişên Pêşmergeyan bigrin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da zanîn ku, di saya serê Pêşmerge û mêraniya wan niha Kurdistan her di serkeftinê de ye û li ser pêşkeftinan berdewam e.

Serok Barzanî tekez kir ku, ew şerê niha Hêzên Pêşmerge dike şerkî nû ye û awayî wî cudaye ji şerên din, herwiha diyar kir ku ew dijminê ku niha Hêzên Pêşmerge şerê wî dike dijminekî bê pêşeroje û li cîhanê nayê qebûl kirin û eger ew li ser destê gelê Kurdistanê bê şikestin dê ev yek bibe serweriyeke mezin bo Kurdistanê.

Serok Barzanî ew yek jî ji Hêzên Pêşmerge li eniyên Mexmûr û Xazir û Giwêr got ku piştrast bin ev rewş wê di berjewendiya gelê Kurdiatnê de bi dawî bê û wê Kurdiatn serbikeve û divê niha em hemû bi serkeftina xwe bifikirin û kar jê re bikin.

Nûçeyên têkildar