25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge: Êrişên asmanî li Kobanê û Herêmê zêdetir bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, hevkariya hevpeymaniya navdewletî bo Hêzên Pêşmerge ne di asta xwesteka wan de ne. Herwiha da zanîn ku bo şerê DAIŞê pêwîstiya Pêşmerge bi hevkariya zêdetir heye.

Rêveberê Ragihandin û Hişiyariya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Emîd Helgurd Hikmet ji KDP.info re ragihand: “Ew çek û pêdiviyên ku ji Hêzên Pêşmerge re hatine şandin ne di asta pêwîst de ne, di demekê de ku niha pêwîstiya Hêzên Pêşmerge bi çekên giran heye. Divê tevahiya wan pêdiviyên ku Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  duhî di gotara xwe de daxwaza wan kir, bo Kurdistanê bên şandin.”

Helgurd Hikmet  wiha domand: “Wezareta Pêşmerge di civînên xwe de ligel hevpeymaniya navdewletî de daxwaz dike ku çekên pêwîst û giran û teqemenî bo Hêzên Pêşmerge zêdetir bike.”

Rêveberê Ragihandin û Hişiyariya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha got: “Me daxwaz kiriye ku êrişên asmanî çi li Kobnaî bin û çi li Herêma Kurdistanê bin zêdetir bibin.”

Nûçeyên têkildar