26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Brîtanya: Emê hevkariyên xwe yên mirovî û leşkerî bo Kurdistanê berfirehtir bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya kir û di wê hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Brîtanya tekez li wê yekê kir ku welatê wî amade ye ku li ser li piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam be û dê li ser gihandina hevkariyên miroyî û leşkerî berdewam be û berfirehtir jî bike.

Îro çarşem Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Michael Fallon Wezîrê Bergiriyê Brîtanya û şandekî li gel kir ku ji Sêr Sîmon Şêwirmendê serbaziyê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê û Gorden Mesencêr Cîgirê Berpirsê Bergiriyê Stratejiya Serbazî ya li Wezareta Bergirî û Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal û hejmarek şêwirmendên serbazî yên Wezareta Bergiriya Brîtanya pêkhatibûn.

Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Brîtanya ji bo rexsandina hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û balkişand li ser ciddîbûna Kurdistanê ya li rûbirûbûn û têkşikandina terorîstên DAIŞê û destxweşiyê jî li hêzên Pêşmerge kir ku bi wêrekî û fedakarane karîn şikesta terorîstên DAIŞê bînin û pêşketina wan rabigrin.

Wezîrê Derveyê Brîtanya tekez li wê yekê kir ku welatê wî amade ye ku li ser li piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam be û dê li ser gihandina hevkariyên miroyî û leşkerî berdewam be û berfirehtir jî bike.

Eve jî dûpat kir ku Brîtanya kar ji bo zêdetir meşqpêkirina Pêşmerge û her wiha dabînkirina wan pêwîstiyan dike ku hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorîstan da bikartînin.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvanan spasiya Hikûmet û gelê Brîtanya kir ku li demeke guncaw da palpiştê gelê Kurdistanê bûn û ragihand ev helwesta Brîtanya cihê pêzanîna xelkê Kurdistane.

Serok Barzanî eve jî dupat kir ku ji bo me şanaziye şerê dirindetirîn rêxistina terorîstî dikin ku îmkaniyata dewletekî li berdest da heye. Di derbarê rewşa meydanî ya bereyên şer jî Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku ure û morala Pêşmerge gelek bilinde û li nav gelê Kurdistanê jî ruhekî bi hêz ya berengarbûna terorîstan dirust bûye.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku niha terorîstên DAIŞê ketine rewşa bergiriyê û Pêşmerge jî li helwesta êrîşbirinê daye û hevkêşeya meydanî bi palpiştiya hêza hevpeymanan li qazanca gelê Kurdistan û Pêşmerge ve guheriye û ew navçeyên ku li jêr destê terorîstan da mane têne rizgar kirin.

Serok Barzanî ji bilî balkişandina metirsiyên terorîstan balkişand li ser wê yekê ku ji ber ku teror tehdîdeke li ser hemû aliyek ji bo wê yekê şerkirina li dijî terorê pêwîstî bi hewla hemû aliyek heye. Her wiha pêwîste tu cîheke aram û tu penageyek ji bo terorîstan li nav Iraq û Sûriyê da nemîne û ji bo serkeftina li vê şerê demdirêj da pêwîst dike li ruyê aborî û ferhengî û fikrî û siyasî jî rûbiruyê terorîstan bibîn.

Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de her dû alî li ser ewe hevrebûn ku bi navê serxistina proseya siyasî û têkşikandina terorîstan pêwîst e bi zûtirîn dem ev kêşe bêne çareser kirin û her dû alî bigihin rêkkeftinê û Bexda jî rola xwe ya li yarmetîdan û pirçekkirina Pêşmerge de bibîne.

Pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya û her wiha hemahengî û hevkariya di navbera her dû aliyan li warê kargêrî û rêkxistina karubarê serbazî ya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê kombûnê bûn.

Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Cefer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan, Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê, Beyan Samî Abdulrehman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanya û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.
 

Nûçeyên têkildar