26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Şerfedîn Hêzên Pêşmerge bersiva DAIŞê dan û 10 çekdarên wan kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Terorîstên DAIŞê li nêzîkî Mezargeha Şêx Şerfedîn li Çiyayê Şingalê piştî ku êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, rastî bersiva Pêşmerge hatin û êrişa wan hat şikestin  û gellek ziyanên wan terorîstan derketin.

Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Vê sibehê terorîstên DAIŞê li nêzîkî Mezargeha Şêx Şerfedîn li Çiyayê Şingalê piştî ku êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, rastî bersiva Pêşmerge hatin û êrişa wan hat şikestin  û gellek ziyanên wan terorîstan derketin.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Di wî şerî de ti ziyan negihiştine Hêzên Pêşmerge û tenê wan terorîstan zerer dîtin, ku 10 çekdarên wan hatin kuştin û otombîlên wan hatin têkbirin.”

Qasim Şeşo amaje bi wê yekê da ku, “Hêzên Pêşmerge bi hevkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ew êriş pûç kirin ku şer çend seatan domand.”

Nûçeyên têkildar