25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Serokomarê Iraqê serkeftinên Hêzên Pêşmerge bilind nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokomarê Iraqa Federal kir û di wê hevdîtinê de serkeftinên Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan.

Îro çarşem 05.11.2014 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Dr Fuad Mehsûm Serok Komarê Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û tehdîda terorîstan û çawayiya rûbirûbûna terorîstên DAIŞê hate nirxandin.

Herwiha tîşk xistin li ser proseya siyasiya Iraqê û tekez li wê yekê kirin ku pêwîst e hemû aliyek pabendî destûr û rêkeftina di navbera aliyên siyasiyan bin.

Her li vê civînê de bi eşkere behsa peywendiya di navbera Herêm û Bexda û kêşeyên di navbera wan û rêyên çareserkirina van kêşayan kirin.

Di beşekî dinê vê kombûnê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna ligel terorîstan û serkeftinên Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan.

Serokomarê Iraqa Federal destxweşiyê li hêzên Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku bi vê dawiyê li bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞê serkeftinê bi dest ve anîne. Her wiha serxweşiyê li kesukarê wan şehîdan kir ku li şerê terorîstan da canê xwe bexşîne.

Serokomar rola Hêza Pêşmerge yên Kurdistanî ya derxistina terorîstan ji bendava Musilê û parastina vê bendavê bilind nirxand.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û pêwîstiya parastina yekrêziya di navbera aliyan mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
 

Nûçeyên têkildar