26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê bûye mînakek bo aramiyê

Çavkanî: KDP.info
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê tevlî panêla roja duyem a taybet bi rewşa û guhertinên Rojhilata Navîn bû, ku Înstîtuya Rojhilata Navîn bo tund û tîjiyê amade kiriye. Serokwezî di wê pênalê de ragihand ku, Dema ku em behsa pergala siyasî ya nû li Rojhilata Navîn dikin, em dibînin ku Herêma Kurdistanê bûye fakterek bo aramiyê li navçeyê bo tevahiya welatên derdorê.
Nêçîrvan Barzanî  gotinek pêşkêş kir û tê de behsa buyer û rewşa cîhan, Rojhilata Navîn û şoreşgerên gelê kurd kir.
Derbarê rewşa niha ya Rojhilata Navîn Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Pergala navçeyê rastî aloziyekê nediyar hatiye li hinek welatan tundrewî belav bûye.”
Derbarê rewşa Iraqê de jî Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: “Piştî ruxandina rêjîma Sedam, serkirdayetiya kurd vegeriya Bexdayê daku careke din Iraq di çarçoveya destûr û yasayan de were rêkxistin, wate Kurdan careke din hewl dan ku Iraq li ser bingeha destûr û yasayan were dariştin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa derketina DAIŞê û karên wê yên terorîstî kir û şerê wan ligel Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û wiha got: “Em nikarin çavê xwe li ber metirsiyekê mîna metirsiya DAIŞê bigrin, ew hêzekî pirçek in û xwedî metirsîn e li ser tevahiya navçeyê.”
Nêçîrvan Barzanî Herwiha Barzanî da zanîn ku DAIŞ gef û metirsiyeke li ser hemû navçeyê ne tenê li ser Herêma Kurdistanê  û axaftina xwe wiha qedand: “Lewma em şerê man û nemanê li dijî DAIŞ dikin, di demekê de ku pêwîstiya me bi alîkariya leşkerî, madî, mirovî û istixbaratî heye. Herwiha em kêfxweşin ku dema tirs hat ser Herêma Kurdistanê, civaka navdewletî bi awayekî cidî hat ser xetê û bergirî li Herêma Kurdistnê kir, ew nîşana wê yekê ye ku keda me di cîbicîkirina demokrasiyê de li Kurdistanê vala neçû.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî behsa pêşketinên Herêma Kurdistanê kir û wiha got: “Herêma Kurdistanê mînakeke bo pêkvejiyanê û parastina mafên kêmîneyan û heta ku ji me tê em mafê kêmîneyan diparêzin.”
Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Lewma parastina ezmûa Herêma Kurdistanê pêwîst e û girîng e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, “Dema ku em behsa pergala siyasî ya nû li Rojhilata Navîn dikin, em dibînin ku Herêma Kurdistanê bûye fakterek bo aramiyê li navçeyê bo tevahiya welatên derdorê.”
Derbarê alîkariya Hêzên hevpeymaniya navdewletî de jî bo Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: “Hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî bo Herêma Kurdistanê belgeyeke li ser wêya ku keda me ji bo demokrasiyê li navçeyê bi avê de neçûye.”

Nûçeyên têkildar