26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zûmar.. Hêzên Pêşmerge bi tundî li DAIŞê dan..Pilanekî wan pûç kirin

Çavkanî: KDP.info

Zûmar-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li Zûmarê pilanekî DAIŞê li Iwênat pûç kirin ku dixwestin otombîlekê bombe bikin. Vê sibehê jî Hêzên Pêşmerge êrişeke terorîstan li gundê Girbuqil vala derxistin û bi tundî bersiva wan dan û ziyaneke mezin gehandin wan terorîstan.

Berpirsê Navçeya Dîcle ya Partiya Demokrata a Kurdistanê (PDK) Hesen Xelo ji KDP.info re ragihand: “Vê sibehê terorîstên DAIŞê li nêzîkî gundê Girbuqil ku dikeve başûrê bajerokê Zumarê bi çekên Hawen û çendîn corên çekên din êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê Pêşmerge bi çekên giran li wan dan û piştî şerekê seatekê, ew terorîst paşde vekişiyan.”

Wî perpirsê navçeya PDKê li Zûmarê wiha got: “Di şerê îro de çekdarên DAIŞê ziyanekî mezin dîtin ku kuştî û birîndar ketin û termê xwe li şûna xwe hiştin.”

Hevdem Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Zûmarê Muqedem Celal ji KDP.info re ragihand: “Cihê çekdarên DAIŞê li navçeya Iwênat heye ku li wir otombîlan bombe dikin, lê beriya ku otombîlekê bombebikin Hêzên Pêşmerge hewla wan hat pûçkirin û cihê wan bi temamî hat têkbirin û pilana wan pûç kir û li wî cihî neman.”

Derbarê rewşa emnî ya wê deverê jî, Muqedem Celal wiha domand: “Liv û tevgera DAIŞê li wê deverê pir kêm bûye û tenê li navçeya Tileferê carna tên dîtin, lê li Zumarê kêm tên dîtin û niha li wê deverê nemare.”

Muqedem Celal da zanîn ku, “Hêzên Pêşmerge navçeyê ji mîn û teqemeniyan paqij kirine û gellek xelk vegeriyane ser mal û milkên xwe.”

Nûçeyên têkildar