26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Davûtoglu êrişa li djiî endamê Meclisa HDPê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye-KDP.info- Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu êrişa li dijî siyasetmedarê kurd ê Bakurê Kurdistanê û rayedarê HDPê Ahmet Karataş şermezar kir.

Serokwezîrê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davûtoglu li ser êrişa îro ya li dijî endamê Meclisa HDPê Ahmet Karataş diyar kir, piştî êrişê hêzên polîs li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.

Davûtoglu anî ziman ku ew vê êrişê bi tundî şermezar dike û got, ti hêcetek ji bo êrişa li dijî welatiyekî yan siyasetmedarekî nayê qebûlkirin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê da zanîn ku êrişker hatiye girtin û li sûcê xwe jî mukir hatiye. Li gorî agahiyên Davûtoglu, kesê êrişker sala 1986an li bajarê Enqereyê ji dayîk bûye.

Îro danê sibê, li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê, endamê Meclisa HDPê Ahmet Karataş li avahiya HDPê rastî êrişê hatibû û bi giranî birîndar bibû.
 

Nûçeyên têkildar