26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kesekî êrişî avahiya HDPê kir û rêveberiyê wê birîndar kir

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye-KDP.info- Kesekî êriş kir ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqereyê û endamê rêveberiya wê Ahmet Karataş bi kêrê birîndar kir û birîna wî jî giran e.

Vê sibehê, êrişkarek ket hundirê avahiya HDPê li Enqereyê û bi kêrê qirk û lingê endamê Meclîsa HDPê Ahmet Karataş birîndar kir.

Li gorî agahiyan, Karataş rakirin Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê. Xeteriya li ser jiyana Karataş dewam dike.

Li gor wan agahiyan, êrişkar ket hundirê avahiya HDPê ya li Kolana Mîthatpaşayê û Ahmet Karataş wê demê li avahiya partiyê bû, derî vekir û wî kesî qirika Karataş jê kir û kêr li lingê wî jî da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derheqê êrişa li avahiya wan a li hemberî endamê Meclîsa Partiyê Ahmet Karataş de ragihandin ku ew êrîş bi plan, organîze û rêxistinkirî binav kir.
 

Nûçeyên têkildar