Serokomarê Fransa: Hêzên Pêşmerge serkeftinên mezin bidest xistine

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Fransayê Firansiwa Oland ragihand ku, Hêzên Pêşmerge li eniyên şer li dijî terorîstên DAIŞê de, serkeftinên mezin bidest xistine di demekê de ku artêşa Iraqê nikarîbû wek Pêşmerge li pêşiya DAIŞê xwe bigire.
Serokomarê Fransayê duhî ragihand ku, pêwîst e artêşa Iraqê hewlên zêdetir bidin da ku çekdarên DAIŞê bişkînin, wek Hêzên Pêşmerge hewl bidin. Hêzên Pêşmerge serkeftinên mezin bidest xistine û çekdarên DAIŞê şikenandine lê artêşa Iraqê nikarîbû vê yekê bike.
Firansiwa Oland tekez kir ku welatê wî beriya niha Hikûmeta Iraqê hişyar kiribû ku pêwîst e artêşa Iraqê hemû pêkhatan li xwe bigre û baweriya wan pêkhatan bi wan bê. Oland pêk neanîna pê yekê sedemeke ku nikarîbûn xwe wek Pêşmerge xwe li ber êrişên DAIŞê bigrin.
Hêjayî gotinê ye ku, Serokomarê Fransa 12/9/2014 serdana Herêma Kurdistanê kir û di konferanseke rojnamevanî de, piştevanî û hevkarîkirina welatê xwe bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.




