Mesrûr Barzanî li Parlamentoya Ewropa: PKK ne terorîst e..Emê Şingalê rizgar bikin..Em dest ji referandûmê bernadin

Bruksel-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Parlamentoya Ewropayê derbarê bi terorîst nasandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji aliyê welatên rojava ve, ragihand ku, ti carî wan PKK wek terorîst nas nekiriye. Herwiha da zanîn ku ew dest ji referandûmê bernadin û got jî pilana Kurdistanê heye ku Şingalê rizgar bikin.
Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Parlamentoya Ewropayê li Brûksela paytexta Belcika derbarê şerê li dijî terorê di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî, hikûmeta Iraqê tometbar kir ku nahêle civaka navdewletî çekên giran ji Hêzên Pêşmerge kurdistanê re bişînin.
Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku Mesrûr Barzanî herwiha bang li civaka navdewletî û bi taybetî welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku alîkariyên leşkerî yên zêdetir bigihînin Başûrê Kurdistanê û çekên giran ji Hêzên pêşmerge re bişînin.
Mesrûr Barzanî wiha got: “Em hatine li vir daxwaza alîkariyê ji Ewropayê bikin, pêdiviya me bi çek û alîkariya leşkerî heye, divê Ewropa guh nede zextên Iraqê û çekên giran bidin me, ew çekên ku çend welatên Ewropayê pêşkêşî me kirine çekên sivik û navendî ne, ne çekên giran in.”
Mesrûr Barzanî herwiha di derbarê rewşa kurdên êzîdî de wiha got: “Bi hezaran kurdên êzîdî wenda bûn û hatin girtin û jin û keçên wan hatin revandin. Şerê ku niha ew dikin û bi alîkariya balafirên hevpeymaniya navdewletî karîbûn pêşî li qirkirinên din bigrin ku DAIŞê dixwest pêk bîne.”
Mesrûr Bazanî herwiha got, “Em tu danûstandinekê bi DAIŞê re nakin ji ber ku ew tu sînoran nas nake û baweriya me bi demokrasî û buhayên cîhanî heye.”
Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê wiha got: “DAIŞ ne tenê bo Kurdistan û Iraqê lê ji bo hemû cîhanê gefeke mezin e. Herwiha ew endamên DAIŞê yên ji Ewropayê hatine, dê bibin gef û zerar bo welatên xwe.”
Mesrûr Barzanî wiha domand: “Li ba DAIŞê ti sînorek nîne, bûye sedema koçberbûna bi sedan hezar welatiyên Kurdistan û bakurê Iraqê. Wek mînak karesata Şengalê ji xeynî ku ew navçe dagîrkirin bi hezaran xelk koçber kirin.”
Mesrûr Barzanî spasiya alîkariyên Amerîka û Ewropayê jî kir û wiha pêde çû: “Êrişên asmanî bûn sedema rizgarkirina bi hezaran kes û piştî êrişên asmanî me karî çendîn navçeyan rizgar bikin.”
Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bi terorîst nasandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji aliyê welatên rojava ve, ragihand: “Ti carî me PKKê wek terorîst nas nekiriye.”
Mesrûr Barzanî axaftina xwe wiha qedan: “Niha dema wê hatiye ku Yekîtiya Ewropayê serkirdayetiya xwe nîşan bide û divê hemû cîhan jî alîkariya me bike, ji ber ku em şerê dijî terorê dikin û Herêma Kurdistanê şanaziyê bi vî şerî dike, herwiha em şanaziyê bi wê yekê jî dikin ku me kariye wan kesan jî biparêzin ên ji destê DAIŞê reviyane û koçber bûne.”
Li salona Presseroom Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Grûpa Dostaniya Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê C. Tannock ve hat pêşwazîkirin.
Destpêkê Tannock behsa dostaniya xwe û gelên Ewropayê ligel Kurdan û Kurdistanê kir û piştre Mesrûr Barzanî bersiva rojnamegeran da.
Mesrûr Barzanî di axaftineke kurt de spasiya Tannock kir li ser vexwandina wan û berdewamiya dostaniya wan û got ku divê serdemê de dosten gelên Kurdistanê zêde bune, evna jî cihê kêfxweşiya wan e.
Li ser pirsa piştî biryar û daxwaza Serok Barzanî ku niha rewş jî aloz bûye, çi hêviyeke wek ji Ewropayê heye û gelo hun dê li ser encama referandûmê berdewam bin?
Mesrûr Barzanî wiha bersiv da: “Referandûm biryareke di destê gelê Kurd de ye, çawa kar ligel dike û kengî biryar hat dayîn dê were cîbicîh kirin, Parlamento û Serok Barzanî dê biryarê bidin û demê jêre deynin û em qet dest ji referandûmê bernadin.”
Derbarê Yekîtiya Ewropayê de jî ka gelo dê piştgiriya referandûma li Kurdistanê bikin, Mesrûr Barzanî got: “Ez bawer nakim Yekîtiya Ewropayê li himberî gel û miletekî rawest e ku daxwaza mafê xwe bikin, dê ji sedî sed tevî bibin û alîkariyê jî bikin.”
Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bersifa pirsekî de derbarê rola Îranê de jî diyar kir ku Îran li Iraqê bi giştî xwedan role û di dema şerê DAIŞê de jî weke şewirmendê leşkerî hevkariya Hêzên pêşmerge kiriye.
Derbarê role Tirkiyeyê de jî Mesrûr Barzanî anî ziman ku her çend Tirkiye weke pêwîst hevkarî nekiriye lê diyare sedemên taybetî yên vê yekê hene.
Derbarê qonaxa çareserî ya pirsa Kurd ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku emê bi her awayî piştgîriya çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê dikin û bo vê yekê jî heta niha çi ji me hatiye bo serxistina vê prosesa han me cîhbicîh kiriye.
Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê li ser vexwendina komîteya têkiliyên derve ya Parlamentoya Ewropayê tevlî civîna îro ya parlamentoyê li Brukselê bû.




