Nêçîrvan Barzanî: Mana Pêşmerge li Kobanê demkî ye..Êrişên asmanî ne bes in

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, Hêzên Pêşmerge bi awayekî demkî li Kobanê dimînin. Herwiha da zanîn ku ew hêz li ser daxwaza Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çû Kobanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel ajansa Associted Press de ragihand: “Hêza Pêşmerge bi awayekî demkî li Kobanê dimîne.”
Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Hêzên Pêşmerge li ser daxwaza YPGê bo Kobanî hatin şandin û armanca sereke yaw ê hêzê jî alîkariya şervanên YPGê ye.”
Barzanî eşkere jî kir ku rola Amerîka di razîkirina Tirkiyeyê de bo şandina Hêzên Pêşmerge bi riya axa wî welatî ve bo Kobanî hebûye.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî welatan rexne dike ku hîna jî çekên giran nedane Hêzên Pêşmerge û tekez dike ku, “Êrişên asmanî ne bes in ji bo tunekirina DAIŞê.”
Derbarê êrîşên asmanî yên Amerîkayê de jî Barzanî got: “Bombardimana balefirên şer ên Amerîkayê bo ser pêgehên DAİŞ’ê têr nake ji bo jinavbirina wê rêxistinê. Divê welatên hevpeymanê Amerîkayê ji bo jinavbirina DAIŞê bi awayekî rast kar li ser pirçekkirina Kurdan bikin ku niha şerê DAİŞ’ê dikin.”
Derbarê rizgarkirina bajarê Mûsilê jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, derbarê şandina hêzekê ji Bexdayê bo kontrolkirina Mûsilê ew ligel rayedarên Bexdayê axiviye, lê heta niha ti hêz ji Bexdayê nehatiye şandin.
Barzanî her wiha dibêje ku, “Herêma Kurdistanê ne dixwaz e Mûsilê dagîr bike û ne jî dixwaz e bo girtina wî bajarî Hêzên Pêşmerge bişîne.”
Lê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan tekez kir ku, “Dê rola Herêma Kurdistanê di konterolkirina Mûsilê de tenê weke alîkarî dibe.”




