26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa ser Şerfedîn dan

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Çekdarên DAIŞ bi çekên giran êrişî mezargeha Şerfedîn kirin lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û wan terorîstan ziyaneke mezin dîtin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li hêza 18 ya artêşa 1 a Hêzên Pêşmerge li Ciyayê Şingalê Muqedem Macid Xalîd ji KDP.info re ragihand ku, “Vê sibehê çekdarên DAIŞê bi 5 otombîlên Hamer û otombîlên din êrişî mezargeha Şerfedîn kirin lê her zû ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi fermanderiya Qasim Şeşo bi tundî bersiva wan dan û wan terorîstan ziyaneke mezin dîtin.”

Wî Fermandarê Hêzên Pêşmerge diyar kir ku, “2 otombîlên DAIŞê ji corê Hamerê hatin têk birin û ti zerar û ziyan negihişt Pêşmerge.”

Daûd Cundî wiha got: “Çekdarên DAIŞê bi dehan tank û çekên giran êriş kirin lê  dîsa ziyaneke mezin gihîşt wan çekdaran.”

Nûçeyên têkildar