25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Bergiriyê rola Pêşmerge bilind nirxand..Dê dosyeya pirsgirêkên Pêşmerge digel Bexdayê çareser bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li Xalid Elubeydî Wezîrê Bergiriyê yê Iraqê û şandeya pê re kir di wê hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê rola Pêşmerge bilind nirxand û ewê hewlên xwe bide da ku dosyeya pirsgirêkên Pêşmerge digel Bexdayê çareser bike.

Di civînekê de ku, wezîrê pêşmergeyê herêma Kurdistanê amade bû, tekîd li ser hevkarî û hevahengiya navbera pêşmerge û arteşa Iraqê de hat kirin û di vî warîde wezîrê bergiriyê Iraqê rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û bi taybetî behsa giringiya operasyona rizgarkirina Zûmar û Rebiye ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê ve kir û azadkirina wan her du deveran ji bin destê terorîstên DAIŞ de bi pêngaveke giring wesif kir û destxweş û sipasiya pêşmerge kir.

Wezîrê bergiriyê yê Iraqê got ku, ew pêşmergeyê Kurdistanê weke beşek ji sîstema bergiriya Iraqê dizane û ew dê lêbixebite dosyeya pirsgirêkên pêşmerge digel Bexdayê çareser bike. Wî hêvî kir ku, serdana çaverêkiriya şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê ji bo dîtina çareseriyan bo hemû pirsgirêkan bibe rêxweşkerek. 

Herwesa behsa pêwîstiya bihêzkirina şiyanên arteşa Iraqê kir û ragehand ku, arteşa Iraqê ji rewşa bergiriyê ketiye di rewşa êrîşkirinê de.

Rewş û pêşhatên serbazî û giringiya beşdarîkirina eşîretên îraqî di şerê dijî terorîstan de û pêkanîna hêza bergiriya niştimanî ji gêncên deverên cudayên Îraqê di civînê de hatin gotûbêj kirin û tekîd lis er wê yekê hat kirin ku, pêkanîna hêzên herêmî ji hoz û eşîran ji bo vê qonaxa cenga dijî terorîstan pêwîst e û dê karîgeriyeke baş li ser guheretina balansa serbazî li eniyên şer hebe.

Rola hevpeymanan di cenga dijî DAIŞê de mijareke din a civînê bû û têde pesina êrîşên asîmaniyên Amerîka û hevpeymanan bo ser bingeh û çeperên DAiŞ kir ku, tesîreke mezin li ser liv û tevgerên terorîstan hebûye û sîstema piştevaniya serbaziya terorîstan bi awayekî ber bi çav têkşikandiye.


Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember serdana wezîrê begiriya Iraqê û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê nîşan da û tekîd kir ku, tevî karîgeriya êrîşên asîmaniyên Amerîka û hevpeymanan li dijî bingeh û çeperên DAIŞ, lê ew êrîş bi tenê têra nakin û şerê dijî terorê pêwîstî bi guhertina stratejiyê heye û divê hêzên bejayî û yekîneyên serbazî  bên bihêz kirin û çek û cebilxaneya pêwîst ji bo wan bê dabîn kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê rola beşdarbûna welatên erebî di hevpeymaniya navdewletî de li dijê DAIŞê bi giringî û karîger wesif kir û tekîd kir ku, hebûna welatên erebî di wê hevpeymaniyê de dê tesîreke mezin hebe.

Li dor têkeliyên Hewlêr û Bexdayê jî serokwezîr got: “Em bi geşbînî li paşeroja têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê dinêrin û em dixwazin hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re çareser bikin.”
 

Nûçeyên têkildar