26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Cebra serkeftinên Hêzên Pêşmerge bilind nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  û Serokê berê yê hevpeymaniya nîştimanî ya Sûriyayê civiyan û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraq, Sûriyê û deverê û şerê dijî terorîstên DAIŞê hate nirxandin û serkeftinên Hêzên Pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê bi destkeftên girîng hatin nirxandin.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê berê yê Hevpeymaniya Nîştimanî ya Sûriyê Ehmed Asî Cebira û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtineke de ku Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şawês û Sekerterê Partiya Demokrat a Kudistanê (PDK) Fazil Mîranî jî tê de amade bûn, rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraq, Sûriyê û deverê û şerê dijî terorîstên DAIŞê hate nirxandin û serkeftinên Hêzên Pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê bi destkeftên girîng hatin nirxandin.
Her di hevdîtina han de metirsiya terorîstan bi taybetî DIŞIê bo ser aramî û pêşeroja deverê jî hate nirxandin û her du alî nêrînên xwe li ser çawetiya şerê dijî terorîstan lihev weguhastin.
Di dawiya hevdîtina han de her du alî li ser wê yekê hemfirkir bûn ku jinavbirina terorîstan pêdiviya xwe bi hevleke hevbeş ya pir alî heye.
 

Nûçeyên têkildar