26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehmûd Mihemed: Bo serastkirina rêkeftina PDK û YNK, em li hêviya YNKê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku, PDKê û YNKê miha mijûlî danîna pêşniyazên xwe ne, bo çawaniya serastkirina Rêkeftina Stratîjîk a ku di navbera herdu aliyan de heye. Herwiha dibêje ku, wan wek PDKê pêşniyarên xwe amadekirine û li hêviya YNKê ne.

Mehmûd Mihemed Endamê Polîtboruya PDKê û Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandina PDKê ji KDP.info re ragihand: “Di civîna me ya dawî de, me û YNKê biryar da ku em pêşniyarên xwe bo çawaniya serastkirina rêkeftina xwe ya stratejîk, amadebikin û piştre wan pêşniyaran gotûbêj bikin.”

Derbarê amadebûna wan pêşniyaran, Mehmûd Mihemed wiha got: “Niha em herdu alî mijûlî danîna pêşniyarên xwe ne, me wek PDKê pêşniyarên xwe amadekirine û niha em li hêviya YNKê ne ku ew jî pêşniyarên xwe deynin.”

Derbarê wan tevliheviya ku di medya re tê dîtin, Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandina PDKê ragihand ku, “Ev gotin û tevliheviya ku em li ser ragihandinê dibînin, tenê zererê dide, divê bi dawî bên û hewlê yekgotinê bidin.”

Derbarê dema civîna bê di navbera PDK û YNKê de, Mehmûd Mihemed wiha got: “Em wek PDKê niha li hêviya YNKê ne.”

Roja 12-10-2014 herdu polîtburoyên PDK û YNKê civiyan û di wê civînê de biryar dan ku herdu alî komîteyekê bo pêdeçûna pêwendiyên navbera herdu aliyan bê pêk anîn.
 

Nûçeyên têkildar