Nêçîrvan Barzanî: Kelha Hewlêrê bû mulkê mirovayetiyê..Nêzîk emê qeyrana darayî çareser bikin

Hewlêr-KDP.info- Kelha Hewlêrê bi fermî ket nav lîsteya Kulturî ya UNESCOyê. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di measima nasandina Kelha Hewlêrê de got, ketina navê Kelha Hewlêrê di lîsteya kulturî ya UNCESCOyê de serfiraziyek mezin e ji bo Hewlêrê, Kurdistanê Iraq û Rojhilata Navîn e.
Îro danê êvarê bi merasimekê navê Kelha Hewlêrê bi fermî ket nav lîsteya Kulturî ya UNESCOyê.
Di merasimê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir û ragihand, ketina navê Kelha Hewlêrê di lîsteya Kulturî ya UNESCOyê de bûyerek girîng û serfiraziyek mezin ji bo Hewlêrê, Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn e.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, “Bi ketina navê Kelha Hewlêrê di lîsteya Kulturî ya UNESCOyê de, Hewlêr dibe mulkê tevahiya mirovayetiyê. Bi navê xelkê û Hikûmetê spasiya UNESCOyê dikim.”
Nêçîrvan Barzanî di beşek din a axaftina xwe de behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir û got, hikûmeta Iraqê di destpêka îsal de mûçe û bûdceya Kurdistanê qut kir lê ev siyaseta Bexdayê pûç derket.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, “Piştî ku Bexdayê mûçeyê Kurdistanê qut kir Herêma Kurditanê jî neçar ma petrolê bifroşe.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman ku, Ewê her dem hewl didin ku kirîza darayî ya ku li Kurdistanê derketiye, çareser bikin û got, emê di demeke nêzîk de qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê çareser bikin.”
Piştî ku Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe xilas kir, li ser îdiayên vekirina ofîsa şîrketa iraqî ya SOMO, ku petrola Iraqê di bazarên cîhanê de difroşe, li Hewlêrê jî ji rojnamevanan re got: “Tiştekî wisa tine û me ti biryareke wisa nedaye. “




