Di şerê Kobanê de 576 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Ajans-KDP.info- Rêxistineke mafên mirovan li Sûriyê dibêje ku tenê di nava 3 rojan de nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Rêxistinê di daxuyaniyekê de ragihand ku, “Ji dema ku êrişa çekdarên DAIŞê li ser bajarê Kobanê, di 15 meha Îlonê ya borî de destpêkiriye, 576 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”
Li aliyê din, Navenda ragihandina YPGê aşkere kir ku di şerê duh û pêr de li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê de 27 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 2 şervanên YPGê jî şehîd bûne.




