25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Artêşa Iraqê gihiştiye nav bajarê Bêcî..Li Enbarê bi balafiran li DAIŞê didin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku hêzên artêşê gihiştine nav bajarê Bêcî yê girêdayî parêzgeha Selahedînê. Herwiha balafirên şer jî ziyanên mezin gihandine çekdarên DAIŞê li parêzgeha Enbarê.

Wezareta Parastinê ya Iraqê aşkere kir ku, îro sibehê hêzên artêşa Iraqê gihiştine nav bajarê Bêcî yê girêdayî parêzgeha Selahedînê.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Parastinê ya Iraqê, balafirên şer yên Iraqê di herdu rojên borî de êrişî cih û navendên çekdarên DAIŞê li bajarokê Hît yê girêdayî parêzgeha Enbarê kirin. 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew êrişên asmanî wek tolvedanekê bû ji bo qurbaniyên êla Bûnimir ku di nava heftiyekê de zêdetirî 300 kes ji wê êlê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin û îdamkirin.
 

Nûçeyên têkildar