Pêşmerge rê ji şervana re vedike..Nesan: Pêşmerge û şervan bi tundî li DAIŞê didin

Kobanê-KDP.info- Îro li Kobanê şerê kolanan di navbera Hêzên Pêşmerge-şervanên YPGê li dijî çekdarên DAIŞê dest pê kir û ziyaneke mezin gehandin DAIŞê.
Cîgirê Serokê Desteya Pêwendiyên Derve yê Kantona Kobanê Îdrîs Nesan ji KDP.info re ragihand ku, “Berevanên Kobanê piştî hatina Hêzên Pêşmerge bo Kobanê berevaniyeke mezintir û pêde çûnên bêtir dikin, ji ber ku Hêzên Pêşmerge bi çekên giran rê ji şervanên YPGê re vedikin ku pêşde biçin û terorîstên DAIŞê bişkînin û derbeyên mezin li wan bidin.”
Nesan wiha domand: “Hêzên Pêşmerge jî di şerê şevê din de amade bûn û bi top û çekên giran ku ligel xwe anîbûn derbeyên mezin li DAIŞê dan, ku li eniya rojhilat û başûrê bajêr ziyanek mezin gehandin terorîstên DAIŞê.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge Lîwa Ebdulqehar Mecîd Hacî ji Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Şevê din li rojavayê Kobanê çekdarên DAIŞê bo girtina riya serke êriş kirin, me bi çekên giran derbeyn mezin li wan dan, bê ku ti ziyan bighê me.”




