25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêzîkî 16 hezar kes vegeriyane Zûmarê

Çavkanî: KDP.info

Zûmar-KDP.info- Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, piştî azadkirina nahiyeya Zûmarê ji terorîstên DAIŞê xelkê navçeyê berdewam vedigerin bo malên xwe û heta niha 16 hezar kes vegeriyane ser mal û halên xwe.

Seîd Memozînî berpirsê ragihandina li liqa 14 ya PDKê ji KDP.info re ragihand ku, “Ji dema azadkirina nahiyeya Zûmarê ji terorîstên DAIŞê heta niha xelkê navçeyê berdewam vedigerin bo malên xwe û heta niha 16 hezar kes vegeriyane ser mal û halên xwe.”

Memozînî derbarê rewşa Şingalê jî wiha got: “Îro yekşemê, çekdarên DAIŞê 10 malên weltiyên Şingalê teqandin.”

Seîd Memozînî di dawiya gotina xwe de wiha got: “Her şeva borî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Beac çeperên DAIŞê dan ber bombeyan û di encamê 31 çekdar hatin kuştin.”

Nûçeyên têkildar