26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî birûskeka serxweşîyê ji malbat xwedê jêrazî Şêx Mustefa Berzencî re şand

Çavkanî: KDP.info

Bi boneya koça dawiya Şêx Mustefa Şêx Rewf Berzencî, Serokê herêma kurdistanê birêz Masûd Barzanî birûskeka pirse û serxweşîyê ji malbat û xelkê xwedê jêrazî re şand, ev jî tekesta wê ye:

Ji bo malbata xwedê jêrazî Şêx Mustefa Şêx Rewf Berzencî. Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawiya xwedê jêrazî Şêx Mustefa Şêx Rewf Berzencî bihîst, û bi vê boneya nexweş ez pirse û serxweşyê li xelkê xwedê jêrazî û hemû binemalya Sadat û Şêx Berzencî dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim ku aramiyê ji were bibexşe û xwedê jêrazî bi bihûşta berfireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê

Nûçeyên têkildar