Bi beşdariya Hêzên Pêşmerge şerekî giran li Kobanê derket

Kobanê-KDP.info- Li Kobanê vê êvarê şerekî giran di navbera Pêşmerge-YPG û çekdarên DAIŞê de dest pê kiriye û heta niha jî didome.
Li gorî agahiyên Rûdawê, bîstekî beriya niha li Kobanê şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge-YPG û çekdarên DAIŞê de dest pê kir.
Li gorî heman çavkanî, heta saet 5ê êvarî jî şerekî wisa giran tinebû lê bîstekî beriya niha dengê çekên giran li nav bajêr hat bihîstin.
Herwiha Hêzên Pêşmerge yên ku şeva borî derbasî Kobanê bûn jî tevlî şer bûne.
Hêzên Pêşmerge şeva borî derbasî nav Kobanê bûn. Fermandeyekî wê hêza Pêşmerge got, her çiqas ji sê pişkan pişkekî Kobanê di destê DAIŞê de ye lê çekdarên ku di nav bajêr de ne ji aliyê şervanên kurd ve hatine dorpêçkirin.
Tê gotin, di nav sê rojên borî de herî kêm 100 çekdarên DAIŞê li Kobanê hatine kuştin.




