Serokê Encûmena Serkirdatiya PDKê: Em nahêlin Artêşa Iraqê bê nav Kerkûkê

Kerkûk-KDP.info- Endamekî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê behsa hatina Artêşa İraqê bo nav Kerkûkê dike û Serokê Encûmena Serkirdayetiya PDKê li wî bajarî dibêje ku kes nikare artêşê bîne nav Kerkûkê.
Derbarê hatina Artêşa Iraqê bo nav bajarê Kerkûkê de, Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Selah Delo wiha ji ajansa Basnewsê ragihand: “Em bi hîç awayekî nahêlin ku Artêşa İraqê were nav bajarê Kerkûkê. Eger Artêşa Iraqê dixwaze rûbirûyê DAIŞê bibe bila biçe gelek cihên din ên Iraqê hene ku di bin kontrola DAIŞê de ne û bila wan cihan paqij bike û ji destê DAIŞê derxîne.”
SAlih Delo wiha domand: “Me parêzgeha Kerkûkê parastiye ji metirsiya DAIŞê û Pêşmerge lê bicîh bûne, çênabe hinek kes werin nav bajêr û cihê piyên xwe qayîm bikin.”
Delo her wiha da zanîn ku, “Çeperên Pêşmergeyan li Kerkûkê bihêz û qayîm in û nahêlin DAIŞ were nav bajêr, ji ber gelek hewl dane lê nikarîne. Bila Artêşa Iraqê biçe li çeperên Selahedîn, Enbar û Mûsilê şer bike neku li Kerkûkê.”




