NY: Gotina Kurd tê wateya Azadî..Kobanê jî tê wateya Berevaniyê

Bexda-KDP.info- Şandeke endamênî fraksiyonên Kurdistanê li Parlamentoya Bexdayê îro şemiyê û di Roja Cîhanî ya Piştevaniya bajarê Kobanê, serdana navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) li Bexdayê kir û NY ji şanda Kurdistanê re gotiye ku, gotina Kurd tê wateya Azadî û Kobanê jî tê wateya Berevaniyê û ew bi hemû awayekî piştevaniyê li kurdan dikin.
Parlamenterê Iraqê yê Kurd Ehmed Rewşîd, ji KDP.info re ragihand: “Îro di Roja Cîhanî ya Piştevaniya bajarê Kobanê de, şandek ji fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê serdana navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) û balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê kir û ji bilî gehandina spasiya Kurdistanê, daxwaz kirin ku bêtir piştevaniya kurdan were kirin.”
Derbarê gotûbêjên ligel Balyozxaneya Emerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY), Ehmed Reşîd wiha got: “Me ji wan xwest ku guvaşên xwe li ser Hikûmeta Bexdayê bikin heta ku bûdceya Herêma Kurdistanê bişîne.”
Serokê Fraksiyona Komele li Bexdayê Ehmed Rewşîd wiha domand: “Di wê hevdîtina ligel nûnerê NY de, berpirsên NY gotina Kurd tê wateya Azadî û Kobanê jî tê wateya Berevaniyê û ew bi hemû awayekî piştevaniyê li kurdan dikin ji ber ku wek wan got, ew xemên kudan fêm dikin.”




