Almanya: Tenê Hêzên Pêşmerge karîn DAIŞê bişkînin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Almanyayê kir û şanda mêvan rol û pêşketinên Hêzên Pêşmerge bilind nirxand û ragihand ku, tenê Pêşmerge karîn rêxistina DAIŞê bişkînin, bi awayekî ku niha ne tenê hêza wan a êrişkirinê nemaye, lê belê nema karin berevaniyê jî di ber xwe de bikin.
Îro şemiyê, Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê pêşwazî li fermandarê operasyonên derve Ferîq Karil Hênz Firîtiz û Cîgirê Fermandarê Artêşa Almanya Ferîq Yorig Volmêr û Hevahengkarê Wezareta Derve Yasper Wîk û hejmareke şêwirmendên leşkerî û dîplomatîkî kir.
Di wê hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî spasiya Hikûmet û Gelê Almanyayê kir bo pêşkêşkirina alîkarî û piştevaniya leşkerî ji bo Hêzên Pêşmerge ku di rizgarkirina devera Zûmarê de rolek mezin a wan alîkariyan hebû.
Her di wê hevdîtinê de, Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê behsa rewşa meydanî ya eniyên şer û pêdiviyên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge û bandora çekên giran kir bo şikestina terorîstên DAIŞê.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan rol û pêşde şûnên Hêzên Pêşmerge bilind nirxandin û amaje bi wê yekê dan ku tenê Hêzên Pêşmerge karîn rêxistina DAIŞê bişkînin, bi awayekî ku niha ne tenê hêza wan a êrişkirinê nemaye, lê belê nema karin berevaniyê jî di ber xwe de bikin.
Herwiha di beşeke din a vê hevdîtinê de gotûbêj derbarê girîngî û rola meqşiq û perwerdeya Hêzên Pêşmerge ji aliyê artêşa Almanyayê hat kirin.




