Endamên ENKS bo bicîhanîna Rêkeftina Dihokê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Beşar Emîn ragihand ku, îro ew bi mebesta bicîhanîna rêkeftina Dihokê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê.
Beşar Emîn Endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku herdu aliyên Rojavayê Kurdistanê ENKS û TEV-DEMê li Dihokê li ser 3 xalan lihev kirin da ku li Rojavayê Kurdistanê bi hev re kar bikin û nakokiyên xwe çareser bikin, îro bi mebesta bicîhanîna rêkeftina Dihokê ew vegeriyan Rojavayê Kurdistanê.”
Emîn wiha domand: “Biryar e ku herdu alî li Rojava bicivin û di wê civînê de lêvegera siyasî bo Rojavayê Kurdistanê avabikin.”
Wî endamê ENKSê her wiha da zanîn ku, “Piştî avakirina lêvegera siyasî, dê komîteyek bo bicîhanîna herdu aliyên were pêk anîn.”
Bi gotina Beşar Emîn, “Rêkeftina vê carê cidîtir e, lewma em geşbînin ku vê carê bi rastî bê bicîhkirin.”
Herdu aliyên Rojavayî Kurdistanê bi serperiştiya Serok Barzanî beriya çend rojan li Başûrê Kurdistanê rêfeftina Dihokê îmza kirin.




