25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnerê PYDê: Tenê 50 çekdarên Artêşa Azad çûne Kobanê

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Herêma Kurdistanê ragihand ku, ew nûçeyên ku behsa çûna 1300 çekdarên Artêşa Azad a operasyona Sûriyê dikin ne rastin û ew çekdarên ku çûne tenê 50 kes in.

Xerîb Hiso Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand ku, “Ev 2 meh in ku rêkeftin di navbera çekdarên Artêşa wan û şervanên wan de hatiye kirin, lê heta niha tenê 50 çekdarên wan derbasî Kobanê bûne û niha gotûbêj hene ku hejmareke din derbas bin bo hevkariya şervanên kurd li Kobanî li dijî DAIŞê.”

Xerîb wiha domand: “Ew nûçeyên ku dibêjin 1300 çekdarên Artêşa Azad derbasî Kobanê bûne nerastin ji ber ku pêwîstiya Kobanê bi vê hejmarê nîne û çekdarên ku çûne tenê 50 kes in û nexuyaye ku dê çend çekdarên din jî herin, lê niha jî gotûbêj derbarê wê yekê berdewam e.”

Derbarê çûna Hêzên Pêşmerge bû Kobanê, Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso wiha got: “Ti aloziyek ji bo çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê bi riya Tirkiyeyê re nîne û heta duh êvarê jî neçûbûn nav Kobanê û îro jî nexuyaye ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî bajêr bûne yan na, tişta ku girîng e ti aloziyek di wê derbarê de nîne.”

Nûçeyên têkildar