Balafiran li nav Mûsilê li DAIŞê dan

Ajans-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî şevê din çeperên DAIŞê li Iraqê dan ber bombeyan û de encamê de bi dehan çekar hatin kuştin.
Hat ragihandin ku, şevê din 30 çekdarên DAIŞê li nava Mûsilê di operasyonên balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de hatin kuştin.
Herwiha duhî balafirên Amerîkayê hevkarên mirovî ji artêşa Iraqê re li parêzgeha Enbarê bi peraşotan avêtin û wan jî bi ser penaberan belav kirin.
Ji aliyekî dî ve, Rojnameya Times a Birîtanî îro belav kiriye ku balafirên şer ên hevpeymanan û Birîtanya û Amerîka ji bilnidahiya 20 ta 30 hezar pê êrişan li dijî DAIŞ encam didin, lê terorîstên DAIŞ hertim di liv û tevgerê de ye li hemberî êrişên asmanî tenê hin basregeh û navendên sabit nebê, ji ber wê yekê jî ew balafirên şer nikarin bi berdewamî haya xwe ji liva çekdarên DAIŞ hebe.
Her weha rojnameyê amaje bi wê kiriye ku hikûmeta Birîtanya bîra wê yekê dike ku helîkopterên cura Apatçî bo lêdana DAIŞ bişîne Iraqê.




