26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Enbarê DAIŞê 50 kes gulebaran kir

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Endamên rêxistina DAIŞ li navçeya Hîtê ya giredayê Enbarê 50 kes gulebaran kirin.

Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê li navçeya Hîtê 50 kes ku piraniyan wan hêzên ewlekariyê bûn, gulebaran kirin.

Endamên rêxistina DAIŞê ji berî niha ew 50 kes li nêzîkî bajarê Ramadiyê yêxsîr girtibûn.

Çavkaniyek ji Nexweşxaneya Ramadiyê ragihand ku ew 50 kesên ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatîn gulebarankirin niha li nexweşxanê ne.

Hat zanîn ku yên hatine gulebarankirin ji êla Elbunemirin ya li Enbarê bûn.
 

Nûçeyên têkildar