Nêçîrvan Barzanî: Berxwedana Kobanê ji bo kurd û hemû cîhanê şanazî ye..Çûna pêşmerge pêngaveke dîrokî ye

Hewlêr-KDP.info - Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, digel komîteya aliyên siyasiyên Kurdistanê ku, nûneratiya 42 partî û rêxistinên siyasiyên her çar parçeyên Kurdistanê dikin, kir û çend mijarên giringên rojeva Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di civînê îro roja çarşemiyê 29.10.2014ê li bajarê Hewlêrê de, komîteya aliyên siyasiyên Kurdistanê behsa armanca pêkanîna komîteyê kir û got ku, armanc ji pêkanîna komîteya aliyên siyasiyên kurdistanî ji bo xurtkirina yekrêziya navbera aliyên kurdistanî ye û behsa dîdar û civînên xwe yên digel serokatiya herêma Kurdistanê, serokatiya parlamentoya Kurdistanê û nûneratiya Neteweyên Yekgirtî kir û îşaret bi kar û çalakiyên ji bo piştevaniya Kobanê kirine kir.
Rêkftina aliyên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê bi pêngaveke dîrokî wesif kir û rola Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji bo lihevnêzîkirina hemû aliyan û serperiştîkirina rêkeftina navborî bilind nirxand û hêvî kir ku, ev pêngav bibe hokarê sazkirina kongreya neteweyî.
Komîteyê daxwaz kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê biryara parlamentoya Kurdistanê ya di warê bi fermî miamile kirin digel îradeya Rojavayê Kurdistanê cîbicî bike û rê ji kantonên Rojavayê Kurdistanê re bide nûneratiyên xwe li herêma Kurdistanê vekin, herwesa daxwaz kir ku, serokwezîr roka xwe di xurtkirina yekrêziya hemû aliyan û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de bilîz e. Çûna pêşmergeyê Kurdistanê bo Kobanê bi pêngaveke mezin a dîrokî wesif kir ku ew pêngav dê bibe hokarê xurtkirtina yekêtiya neteweyî û yekrêziya kurd û kurdistaniyan.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdidstanê detxweşî li pêkanîna wê komîteyê kir û sipasiya însiyatîv û kar û çalakiyên wê kir. Serokwezîr hemû piştevanîya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Kobanê nîşan da û got ku, şervanên kurd bi qaremanane berhingarî terorê bûne û berxwedana Kobanê ji bo kurd û hemû cîhanê cîyê şanaziyê ye.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku, çûna pêşmergeyê Kurdistanê bo Kobanê bibe sedema serkeftina yekcarî li Kobanê û tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser piştevanîkirina serbazî û mirovî bo Kobanê berdewam be.
Serokwezîr got ku, her ji destpêka êrîşa terorîstan bo ser Kobanê, serokatiya herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam digel Amerîka û hevpeymanan di nav têkeliyan de bûn.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî sipsiya Tirkiyeyê kir ku, rê ji pêşmerge re da biçe Kobanê.




