Sibe Hêzên Pêşmerge wê derbasî Kobanê bibin..Hefteya bê wê Lêvegera Siyasî bê pêkanîn

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela ragihand ku, biryar e sibe endamên partiya wan vegerin Rojavayê Kurdistanê û hefteya bê wê Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê bê pêkanîn.
Siûd Mela Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji KDP.info re ragihand: "Piştî ku Hêzên Pêşmerge bi çekên giran ji Hewlêrê derketin berev Kobanê û niha ji sînorê Kobanê nêzîk bûne, biryar e sibe derbasî bajarê Kobanê bibin."
Derbarê çûna Artêşa Azad a opizîsyona Sûriyê bo Kobanê, Siûd Mela wiha got: "Heta niha Artêşa Azad a opizîsyona Sûriyê derbasî bajarê Kobanê nebûne û derbarê wê yekê gotûbêj hene, lê heta niha negihîtine rêkeftinekê û em hêvîdarin ku rêkeftin bê kirin da ku hemû xelkê Sûriyê şerê terorê bikin û DAIŞê jinav bibin, em piştgîriyê li çûna wan bo Kobanê dikin."
Derbarê bicîhanîna rêkeftina Dihokê jî, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) wiha got: "Biryar e ku sibe endamên me vegerin Rojavayê Kurdistanê û û hefteya bê wê Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê bê pêkanîn."




