26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî rola Pêşmerge yên li ser çiyayê Şengalê di parastina wî çiyayî de bilind nirxand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Konsol û Nûnerên Welatên hevpeymaniya navdewletî ya li şerê dijî DAIŞê kir û di wê hevdîtinê de û di vê kombûnê de Serok Barzanî rûnî xiste ser rewşa hemwelatî û Pêşmergeyên li ser çiyayê Şengalê ku qehremanane bergiriyê li çiya dikin û rola wan di parastina çiyayê Şengalê de bilind nirxand.

Îro çarşem 29.10.2014 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsol û Nûnerên welatên Hevpeyman yên li şerê dijî DAIŞê kir.

Li kombûnê da ku Konsol û Nûnerên welatên Amerîka, Fransa, Brîtanya, Elmanya, Îtalya, Holenda, Kanada û Awustralya li Herêma Kurdistanê amadebûn Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bo wê palpiştî û hevkariya ku li şerê dijî DAIŞê pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine spasiya gel û Hikûmetên hêzên Hevpeymanan yê li şerê dijî DAIŞê de kir û ew hemahengiya ku li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan da heye bi bilind nirxand bi taybetî ku ew hemahengî wiha kiriye ku li şerê dijî DAIŞê da tu ziyanek ber xelkê sivîl nekevê.

Serok Barzanî eve jî behs kir ku terorîstên DAIŞê li vê şerê da ne pabendî tu yasa û exlaq û bihayekî mirovîye lê belê li beranber ewe da hêza Pêşmerge ji bilî wê dirindeyî ya DAIŞê bi tevahî yasayên ceng û bingehên mafê mirov û parastina xelkê medenî li ber çav digre û ew pabendbûna Hêzên Pêşmerge jî ra û rîşeya li bihayan û dîroka xebata gelê Kurdistanê daye ku bi tu awayekî Pêşmerge dest ne avêtiye kirdarên nemirovane û teqîna li ser xelkê sivîl.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de ragihand ku bi piştevaniya hêza hevpeyman û azayetiya Pêşmerge serkeftineke ber bi çav li bereyên şer de bi dest aniye û ew serkeftin bûne sedema wê yekê ku terorîstên DAIŞê li planên xwe yên ji bo pêkvegirêdana deşta Nînowa û navçeyên jêr desthilata wan li Sûriye şikest bînin.

Her li vê kombûnê da Serok Barzanî bi hurî şanda mîhvan ji rewşa meydanî ya bereyên şer û pêdiviyên hêzên Pêşmerge û plana pêş de ya li bereyên şer agahdar kir.

Serok Barzanî eve jî xisterû ku dijmin şiyana rûbirûbûna rasterast ya Pêşmerge re nemaye û pişta xwe bi xwekuj û danîna teqemenî û mayin û bombên çandî ve girêdaye.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî bi pêwîstî zanî ku Hikûmeta Iraqî li şerê dijî DAIŞê kar bi berpirsiyarî û pabendbûnan bike û ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bilî wê yekê ku têbîniyeke zêde li ser Hikûmeta nû hebû lê belê biryara beşdarîkirinê da bo ku baştir bikaribin şerê terorîstan bikin.

Serok Barzanî di vê derbarê de bi pêwîstî zanî ku Hikûmeta Iraqê erk û pabendbûnên xwe yên li hevkarîkirina Pêşmerge li vê şerê da bi cîh bike.

Her wiha di vê kombûnê da Serok Barzanî rûnî xiste ser rewşa wan hemwelatî û Pêşmergeyên li ser çiyayê Şengalê da qehremanane bergiriyê li çiya dikin û rola wan di parastina çiyayê Şengalê de bilind nirxand.

Li beşekî dinê vê kombûnê da amadebûyan têbînî û pirsiyarên xwe yên di derbarê çawayiya hevkarîkirina Pêşmerge û pêdiviyên Hêza Pêşmerge pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersîva têbînî û pirsiyarên wan da.

Hêjayî gotinêye ku li vê kombûnê da Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.

Nûçeyên têkildar