26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Bakur bi germî û bi ala Kurdistanê pêşwazî li Pêşmerge dikin

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Îro Hêzên Pêşmerge yên ku bi riya bejayî diçin Kobanê gehîştine bajarê Bakurê Kurdistanê Kurdên Bakurê Kurdistanê bi germî û kêfxweşyeke mezin pêşewazî li wan kirin.

Ew Hêza Pêşmerge ya ku bi riya balafirê çûye Bakur li navendeke leşkerî li nêzîkî sînor e û niha çaverê gehiştina wê hêza bejayî dike ku bi hev re derbasî Kobanî bibin.

Ew hêza bejayî ji aliyê kurdên bakurê Kurdistanê ve bi germî hatiye pêşwazîkirin.

Gellek xelkê Bakurê Kurdistanê derketine pêşiya Hêzên Pêşmerge û pêşwaziyê li wan dikin. Herwiah xelk li Pirsûsê li kolanan li hêviya hatina wan in.

Herwiha hat ragihandin ku vê êvarê Ew hêza bejayî, niha gehîşt bajarê Wêranşarê û ji aliyê kurdên wî bajarî ve bi germî û bi ala Kurdistanê tên pêşwazîkirin.

Şervanên YPGê li Kobanî bi hatine Hêzên Pêşmerge pir dilxweş in û amadekariyan dikin bo derbasbûna Hêzên Pêşmerge. 

Nûçeyên têkildar