26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê..Şer berdewam e..200 şervanên Artêşa Azad derbasî bajêr bûn

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Îro jî şer û pevçûn di navbera şervanên kurd û çekdarên DAIŞê de berdewam bû. Herwiha grûpek 200 kesî ji şervanêna Artêşa Azad a Sûriyê bi rêya deriyê sînorî yê Murşit Pinarê ji Tirkiyê derbasî bajarê Kobanê bûn.

Hat ragihandin ku îro jî şer û pevçûn di navbera şervanên kurd û çekdarên DAIŞê de berdewam bû. Herwiha DAIŞê nêzîkî 500 çekdarên xwe anîne kobanê û şevê din şer di navbera wan û şervanên kurd de derket.

Herwiha îro jî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çeperên DAIŞê li Kobanê dan ber bombeyan û tê gotin ku gelek çekdarên DAIŞê di wê bombebaranan de hatin kuştin.

Ji aliyekî dî ve, îro grûpek 200 kesî ji şervanêna Artêşa Azad a Sûriyê bi rêya deriyê sînorî yê Murşit Pinarê ji Tirkiyê derbasî bajarê Kobanê bûn, da tevlî berxwedama li dijî çekdarên rêxitsina DAIŞ, bibin.

Feramndeyê wê grûpa Artêşa Azad, Ebdulcebar Igêdî ji televîzyona CNNre ragihand ku, ew 200 şervanên Artêşa Azad ji duh êvarî ve li ser sînor bûn û îro sibehê bi çekên xwe derbasî nava bajarê Kobanê bûn.

Derbarê cûreyên wan çekan jî, Igêdî da zanîn ku wan şervanan çekên sivik, çekên giran û hawin ligel xwe derbasî Kobanê kirien, herwiha da zanîn ku eger pêwîstî hebe, ew amade ne 1000 şervanên din jî derbasî Kobanê bikin.

Navburî da zanîn ku serkirdatiyeke hevbeş ligel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Kobanê pêkanîne.
 

Nûçeyên têkildar