26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Osman: Çûna (Hêzên Agir) bo Kobanê dê senga hêzê biguhere

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê, dê senga şer di berjewendiya kurdan de biguhere. Herwiha dan zanîn ku bi azadkirina riya sereke ya Zûmar-Rebîeyê kilîla serkeftinê ket destê Hêzên Pêşmerge.

Enwerê Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê rizgarkirina riya sereke ya Zûmar-Rebîeyê ji KDP.info re ragihand: “Riya sereke ya Zûmar-Rebîeyê cihekî stratîjîke û pir girîng e ji bo Bendava Mûsilê û riya navbera Mûsil û Şingalê jî, ku niha Hêzên Pêşmerge bi asantir dikarin li wê deverê êriş bikin, ku bi azadkirina riya sereke ya Zûmar-Rebîeyê kilîla serkeftinê ket destê Hêzên Pêşmerge.”

Osman wiha domand: “Eger hevkariyên hêzên hevpeymaniya navdewletî jî nebana, dîsa menê şer kiriba. Ez di wê baweriyê de me ku dê hevkariyên wan bo me berdewam bin û Hêzên Pêşmerge dê di demeke nêzîk de serkeftinên mezintir bi dest bixe.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge da zanîn ku, “Niha %80 ew navçeyên ku ketibûn destê DAIŞê hatine rizgarkirin. Bêtir navçeyên Kurdistanê li Sediye û Germiyan û Celewlayê axa Kurdistanê di bin destê DAIŞê de ye.”

Derbarê çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê jî, Enwerê Hacî Osman ragihand ku, “Ew hêzê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge ve hatiye amadekirin.”

Osman wiha got: “Ew hêza ku dê biçe Kobanê, (Hêza Agir) e ku ji Hêza piştevanî 1 û 2 pêk hatiye û diyarkirina serperiştiyarê dikeve ser milê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge ye jî. Bê guman çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê dê senga şer bo qezenca Gelê Kurd biguher e.”

Nûçeyên têkildar