Yunanistan vîzaya Şingin dide hevwelatiyên Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info-Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, pêşwazî li Dyonîsiyos Kîvêtus sefîrê Yunanistanê li Iraqê ku, piştî li Bexdayê destbikarê xwe kirî di meha tebaxa borî de yekem care serdana herêma Kurdistanê dike, kir.
Îro roja sêşemiyê 28.10.2014ê li bajarê Hewlêrê, di dîdarekê de rewş û pêşhatên emnî û serbazî li Iraqê û deverê, şerê dijî terorê û giringiya pêkanîna hevpeymaniya navdewletî bo berhingarbûna terorê, rola pêşmerge di şikandin û paşdebirina terorîstên DAIŞ, hatina hijmareke zêdeya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê, alîkarî û hevkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê bo penaber û koçberan û pêdawîstiya zêdetir hevkarîkirin û alîkarîkirina koçber û penaberan ji aliyê hikûmeta Iraq û civaka navdewletî ve di civînê de hatin minaqeşe kirin.
Sefîrê Yunanistanê li Iraqê behsa serdana xwe ya bo bajarê Dihokê û serdana kampên penaberan li devera Dihokê kir û behsa hevkarî û alîkariyên welatê xwe yên ji bo koçber û penaberan di çarçoveya hevkariyên Yekêtiya Ewropayê û Neteweyên Yekgirtî de pêşkeşkirine kir û dupat kir ku, welatê wî dê di pêşkeşkirina hevkariyan de berdewam be. Serokwezîrê herêma Kudistanê, ji bona wan alîkarî û hevkariyan, li ser navê xelk û hikûmeta Kurdistanê sipasî kir.
Pêşxistina têkeliyên navbera Yunanistan û herêma Kurdistanê û kar û pirojeyên Yunanistanê li herêma Kurdistanê beşek din ji civînê bû.
Sefîrê Yunanistanê got ku, ji bona zêdetir pêşxistin û pêşvebirina têkeliyan, hevwelatiyên herêma Kurdistanê, bêy ku, serdana sefaretê li Bexdayê bikin, dikarin vîzaya Yunanistan û Şengin (schengen) werbigirin.
Wî got ku di demek nêzîk de kompaniya asîmaniya Yunanistanê dê geştên asîmaniyên navbera Yunanistan û herêma Kurdistanê dest pê bikin




